Willkommen |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotnên bavpîra
Aqil taca zêrîne di serê her kesî de nîne
Agir bi agir naye vemirandin
Ava hêdî min ecêb jê dî
Axina vî destî ji vî destîra namîne
Agir bi dehlê keve, hişk û ter tevda dişewitin
Başkiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro
Benîştê dêhna ji ritlêye.
Bilind nenêre nizim nekeve
Bîra avê jê vexwe kevra navêjê.
Bi pirs ji kalê zemana û ji xortê geryayî
Bela ji derê bê guman tên
Bela mero ji ber nigê merov tê
Bi pirsê mirov dighê xursê
Bîr bi derziyê nayê kolan
Bila hindik be bila rindik be
Bilûra liber gaye çira liber kûraye
Birîna vekirî mirov xwe naxiyê
Bûka liser hespê kes nizane nesîbê kê
Ê deva xwedî bike deryê xwe bilind dike
Ê here masiya divê qûna wî şil bibe.
Ê ne ji malkê nizani bi hewalkê.
Ecelê biznê tê nanê şivên dixwe.
Ez bê ez tu bê ez wê kî here ber pez.
Ez dibêm çi û tembûra min dibê çi?
Ez mîr û tu mîr wê kî bibe wezîr
Caven li deriya xwelî li serya
Çêkiro bi xwekiro xerab kiro bi xwe kiro
Çiqasî dûre hewqasi bi nûre
Çiqas mar fetla bide xwe disa ji we rast here qule
Çû heyfa bavê qûn liser kir.
Dayê belayê, xuşkê tehlayê,jinê were kolana minê,ez te bigerînim li welatê dinê
Dîkê cê di hêkê de azan dide
Dost di roja tengda beludibe
Dilê bi xezeb naghîje mirada
Du zebeş bi destekî nayên girtin
Dewê ceribandî ji mastê ne ceribandî çêtire
Dema dayik dimire bav di be mam
Dengê defê ji dûr ve xweshe
Dermanê hertiştî xwêdeye dermanê xwêde tuneye
Extiyari dojeha jiyane ya
Ga dikeve kêr lê pir dibin
Giya di bin kevira da namîne
Go Erebê çima quzê te reşe, go malê min eve
Go koro tu çi dixwaze go çav.
Gotina rast sonda naxwaze
Gotina xweş buhara dila ye
Gotnê êvara dikevin qulê dîwara
Golkek navê garankê xerab dike
Girt bi şiri bernada bi biri
Her dik li ser luse xwe bang dide
Hesîl xiranabe hingiv genî nabe
Her teyr bi refê xwera difıre
Her dînsisek îmansisek jêre lazime
Her giya li ser koka xwe şîn dibe.
Hespê nêr ji simê xwe şer nake
Hinbüyi ji harbüyi xerabtira
Însanê bê esas ne dibe tevr ne dibe das
jahr ji celiyen mara qut nabe.
Ji ave be deng diherike bitirse
Ji bo mirov jiyan nehatiya dayin, hatiye kirekirin
Ji piçûkan xeta ji mezinan efû
Ji kar netirse bila kar ji te bitirse
Ji tirşkê re xal û xwarzê û ji şera re ap û birazê
Kê dinya dot ê ku kirî û firot
Kese ku mirine bibine bi nexweşiye raziye
kera nebin nav kera da ji hev fêrnebin tir û fisa
Kero nemir heta qîvar şînbê.
Kevrê havîna bavêj pişt kulîna
Kesê sîra nexwê bêhn jê nayê
Ku pişta min heba zikê min ne di êşiya.
Ku tu neke bi ya mezina wê quloçê te bibin wek yê bizina.
Ku tu çuyi bajareki kora çaveki xwe bigre
Ku tu bibe hasp we siware te zede bin
Li welate kora çavşaş dibin qıral
Mala têr jin xerabû ji bin.
Masî di behrê di nayên kirîn
Mirov bi pirsê diçe Qudsê
Mih bi nigê xwe û bizin bi nigê xwe
Navik mezin li gundek kavil.
Nikare bi kerê dire kurtên.
Ne çixara ber bê, ne kutana nav kayê.
Ne ji gelaca ba wê gur û mî bi hevre bimeşiyana
Ne sar li te tê ne germ li te tê.
Ne xwar û ne da hevala genîkir avêt newala
Pîrê bahwer nekir mêrkir dawa next û hefteka kir.
Piştî tengasîya firehîye.
Qûna tazî tenbûrê di xwazî
Rakirina zilme ji zilmdara nexwazin.
Rî dibe bost lê dujmin nabe dost.
Riya dirêj ji gava biçûk destpê dike.
Roja xweş ji sibêda kifşe.
Rûvî du cara nakeve xefke.
Şam şekire welat jê şerîntire
Serê ne êşe dismalê lê girê mede.
Sere berjer naye jekirin.
Serê bênamus cinetê nabine
Sere qijika qeli je çenabe.
Serê du berana dî beroşkêda nakele
Serê keçel başe di bin kumde
Ser pehati ji hakime lokman çetir dizane
Şûjna di çavê xwed nabîne derzya di çavê
Tenûr bi tir û fisa germ nabe
Tirek û du tir licem tireka wek hevin
Tifka sayi şerm bike ji xweyi
Tu çi biçînî te wê hilînî
Xebera xweş mar ji qulê dertîne
Xwelî li wî serî ku hefit serî jê ne êşin
Xwediyê sebrê biye mîrê Misrê
Xwede çiya dibîne berfê lê dibarîne
Yê dara dixwe ne weke yê dijmêre
Yekî ne go mendo kerê te bi çendo
Yê tişteki nizanibe tişteki ji bir nake
Wek sêwyê eba bavê xwe li xweke
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|